DANASÎN

Hesen Huseyîn Denîz ji gundê sitilîlê yê girêdayî Nisêbînê ye. Ew xwendina xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stembol û li Nigdeya Tirkiyê bi dawî tîne. Di dema derbeya leşkerî ya artêşa Tirk de qasî heşt salan di zindanê de dimîne. Piştî derketina ji wir tev li refên têkoşîna azadiyê dibe.

Di van salan de ew helbest û ceribandinên bi Kurdî dinivîse û perwerdeya bi Kurdî dide.

Li kêleka van xebatan ew rojnamegeriyê jî dike.

Heta niha gelek pirtûkên wî yên wek roman, çîrok, biyografî û li ser zimanê Kurdî derketine.

Ew niha li Swîsre dijî. Karê wergerê û mamosteyiya Kurdî dike. Ji bo zarokên Kurdan pirtûkên dersan dinivîse.